1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Li Rojava sivîl têne qetilkirin"
"Li Rojava sivîl têne qetilkirin","li,rojava,sivîl,têne,qetilkirin"

"Li Rojava sivîl têne qetilkirin"

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Rojava tê bombekirin, sivîl têne qetilkirin. Santralên elektrîkê, depoyên zad û nexweşxane, qadên jiyanê yên sivîlan têne bombekirin."

A+ A-

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma xwe de ya heftane mijarên di rojevê de ne nirxand.

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser şerê li Zapê û got, "Bila baş bê zanîn, herî zêde dayikên Kurd bi êşa dayikên leşkerên ku cenazeyên wan hatine, zanin."

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser gotinên Serokê Giştî yê MHP a faşîst Devlet Bahçelî ku di civîna koma xwe de partiya wan kir hedef û got, "Li parlamentê cihê feraseteke celadan nîne."

KOMKUJIYA SIVÎLAN

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Hatîmogûllari axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:

"Bala xwe bidin ser; heman piştî mirina leşkeran careke din dest bi bombekirina Rojava kirin. Sivîl têne qetilkirin. Santralên elektrîkê, depoyên zad û nexweşxane, qadên jiyanê yên sivîlan tên ebombekirin. Rojava niha tê bombekirin. Dema ku Rojava tê gotin, têkoşîna herî bi rûmet a li dijî DAÎŞ'ê, gelê Kurd û gelê Ereb ê ku pê re tifaq kiriye tê hişê me." Hatîmogûllari destnîşan kir ku gelên Rojava ji bo tevahiya cîhanê ji xeteriya DAÎŞ'ê rizgar bikin, têkoşiyan.

Hatîmogûllari got, "Weke DEM Partî em dibêjin; ev rêya ku hûn tê de dimeşin rê nîne. Em careke din rêya aştiyê pêşniyarî parlamentê, partiyên siyasî û tevahiya civakê dikin. Rêya me rêya aştiyê ye, rêya danûstandinan e. Rêya me weke DEM Partiyê rêya afirandina pêvajoya çareseriyê ye. Rêya me ew rê ye ku hewl dide şerê 40 salî bi rengê demokratîk û aştiyane çareser bike. Rêya avakirina aştiyeke bi rûmet e. Em ê ti carî ji rêya xwe venegerin. Bi gavên bi biryar em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

'PIRSGIRÊK JI ALIYÊ ABDULLAH OCALAN VE DIKARE BÊ ÇARESERKIRIN'

Di dewama axaftina xwe de Hatîmogûllari bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê û got, "Birêz Ocalan dema ku her tim axivî ev yek anîbû ziman: 'Firsendê bidin min, em ê karibin di nava hefteyekê de dawî li pêvajoya şer bînin û li ser aştiyê biaxivin. Derfetên vê yekê dikarin bêne afirandin'. Lê belê bersiva jê re hate dayin çi bû? Dest ji Mutabaqata Dolmabahçeyê hate berdan, maseya diyalogê hate qelibandin, pêvajoya şer hate sorkirin û piştre jî bi girankirina tecrîda li Îmraliyê pêşî li axaftina Birêz Ocalan hate girtin.

Şer çareserî nîne, êş çareserî nîne. Bila kes êşê weke amûrek ji siyasetê bi kar nîne. Êdî bes e. Ev xak ji xwînê têr bû. Li şûna civînên bilind ên ewlekariyê, em civînên bilind ên aştiyê bi hev re lidar bixin."

ANF